Îmgeya meha nîsanê ji bo min ji mehên din cuda ye. Nerm e, hênik e, serî miz dide. Wek dayikên ji serî heta binî bi rehm û hezkirinê hatine pêçandin. Meha nîsanê di navbera baran û tavê da peyamek hatiye dayîn. Di navbera şevê û bayê da dîsa peyamek tê hîs kirin. Nîsan meha soz û peyamê ye. Ji nû va zayîn e, dema şên û şengê ye, wexta stranên xwezayê ye. Dengê av û çeman e. Melodiyên kendal û zinaran. Bêhn û kelecaniya axê rengîn û şêwaza şikeftan e. Meha nîsanê da her tişt ciwan û rih çermê xwe diguherîne. Çerm ji xwe re çerman diafirîne. Birîn û kulên li ser laş xwe derman dikin. Zêdebûn û pirbûn e nîsan. Îmgeya meha nîsanê zayîna xwezaya heft reng e. Xwezaya çav û dil, dengê baran û bayê. Hîsa tava nerm e. Li ber deriyên evîn û sewdayan mifteyek nû, nêrînekê hayatî ye. Hêvok pêl bin nîsan derya ye. Wek Akarsel di helbesta xwe da gotiye; “êdî di destpêkek nipînû da me”. Nîsan destpêkek nipînû ye. Xwebûn e.
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel di 4ê Cotmeha 2022yan de li Silêmaniye ya Herêma Kurdistanê di encama sûîqestekê de hatibû qetilkirin. Helbestên ku Akarsel di dema xebatên Pirtûkxaneya Berhemên Jinên Kurd û Navenda Lêkolînê meşandiye û nivîsandiye, ji weşanên Jingehê wek pirtûk hatiye çapkirin. Ji deftera rojnivîska wê ev helbestên ku em ê bixweynin bi edîtoriya Fatma Koçak-Bekir Avcı berhema hatiye berdestê xwîneran. Di nav pirtûkê da sembolên ku Akarsel xêz kiriye bi helbestan re hatiye pêşwazîkirin. Ev sembol bo Akarsel xêzkiriye bo wê “wate û oxir”bûnê ye. Di pirtûkê da sêzdeh/13 helbest henin. Li gor pirtûkek helbestê di hemdê xwe daye. Temamî ji heftê û çar rûpel pêk hatiye. Akarsel xebatkarê gelê xwe bi taybetî li ser meseleya jinan hûrbûye û bi kûr va meşiya ye. Azadîxwaz û aşîtîperwer e. Bi min Nagihan gernasek bêdeng bû. Jiyana wê, çaxê meriv ji nêz va dixweyne meriv dibîne ku çi karên serkeftî biriye serî.
Bi rastî jî piştî ewqas xebatên li ser kok û çandê honandiye meriv ji xwe şerm dike. Li kû hewcedarî hebe berê xwe daye wî hêlê. Hebûnê bi nivîsandinê bitac kiriye. Dildariya ku bi nivîsê re daniyê xwebûn û hebûna wê ye. War û wargeha nivîsê bo wê serbestbûn û azadbûnê hêma kiriye. Di berhemê de helbesta wê ya bi navê “Yol/Rê”yê da hezkirina xwe ya nivîsê bi risteyên xwe wisa aniye ser ziman; “Çimkî dîrok/hêsirên ku ji dilê min diniqûte bi vî tê nivîsandin/û ez dixwazim binivîsim”[r.71]. Ev helbest di heman demê da helbesta wê ya dawiyê. Tomarkirina wê ya dawî, hestên wê yê dawî ku li ser deftera wê ya biçûk hatiye nivîsandin. Nivîs bo dîroka bindestan û li dijî dîroka derewan serîrakirine. Nivîs-andin bo welatên ku hatine wêrankirin, mafên ku hatine binpêkirin, zilm û zordestiyên wan tomarkirine. Li hemberî tinekirina çand û zimên çêka herî bi hêz û xurt bêguman nivîs e. Rolek wî yê bêhempa heye, berxwederiyek li dijî talankaran, dizan û dizên hebûnê re xwe nasînê û hebûn neqiş kirine.
Di beşa dîrokê de berhemên niviskî gelek muhîm in. Heta li gor Hegel, dîroka gelan bi nivîsê girêdayî ye. Heger di tarîxa gelan de tiştên hatibin nivisîn tune be, mirov dikare bêje ew gel bê dîrok e û gelên bêdîrok jî pêşeroja wan tune ne. Hegel him ji bo Hindîstanê him jî li ser Haîtiyê diaxive û dibêje, ev gelên bê nivîs lazim e li ser rûyê dinyayê winda bin. Û lazim e dewletbûn jî nebe para wan. Herwiha Engels jî di binê tesîra vê teoriyê de dimîne û dibeje gelên bê dîrok bila winda bibin[1].
Nagihan Akarsel û rêhevalên wê bi hogirên demê re bênavber bo azadiya gelê xwe, serbestbûna jinên kurd nivîsandin, meşiyan. Xebat li ser xebatan çêkirin, amadekirin, li dar xistin û bi rê xistin. Kedek mezin li pişt xwe hişt Akarsel û di şexsê jinên berxweder da rola ku ji xwe re layîq dît heta dawiyê bi îradeya xwe ya polî li hemberî serdestan û civaka patrîarkal sekinî.
Wek hosteyên dîwar bi bawerî û têkoşeriyê dîwar bilindkirin. Hiş û bîrûbaweriyek honandin. Wek di helbesta xwe ya bi navê “Bayek zelal” da dibêje; “Esman vedigere agirê sor/derya ket bin heyva binewr/av çiqas diherike ew qas mezin dibe/di pira helalkirin û hevaltiyê da/hevaltiya Zarîfê û Elîşêr dinêre”.
Helbestên Akarsel da dîrok û rastiya dîrokê heye. Pêşiyên xwe di helbesta xwe da gelek caran bibîrxistiye, silavên jidil û germ ji gel re şandiye. Hişek evîn û evîndarê gelê xwe. Rasteqîna bîrûbaweriya xwe honandiye, çaxê honandiye binerm û hêdîka meşiyaye wek nîsanê. Pişt daye koka xwe belê zimanê ku bikaraniye zimanê serdest e, lê kod û meseleya wî ji malê ye. Risteyên helbestan kin in, ji tesarûfa helbesta modern gelek îstîfade kiriye. Dirêj nekiriye sade-pakbûn di berhema xwe da daye pêş. Bi metaforan û îmgeyên dil û hişê xwe nefetisandiye. Lê her risteya xwe da teqez evînê honandiye. Akarsel sewdaserek xweza ye. Xwe ji xwezaya xwe dûr nexistiye di nav jiyanek da hay ji xwe heye, zane ew parçeyek ji jiyanê ye. Felsefeya hikimkirinê tineye tabîbûna xwezayê heye. Nêrîna wê ya li dijî derva, di nivîs û helbestên wê da em derdixin ku dilnizm e, wek simbilê nîskên tijî serî tewandiye. Îmgeya berhemê yê sereke agir, sor û evînê. Em kurtejiyana Nagihan Akarsel çaxê dixweynin li Şingalê gelek wext derbas kiriye. Çanda me ya zelal û pak ji dagirkiran û ji çanda serdestan xwe parastiye bêguman Êzidî ne. Gelê me yê Êzidî qirkirin û ji ortê temamî bên rakirin bi destên heram û faşîstan heftê û sisê car ferman hatiye belavkirin lê dîsa li ser lingên xwe mane, xwe parastin û xwedî çanda xwe derketine.
Helbestkar gelek caran di risteyên xwe da agir pêxistiye û silavek daye ewên ku agir dadane. Wek di van risteyan da; “wek hêsin/wek agir/wek ax”. Di çanda me da agir bo me pîroz e. Çaxê avê bi ser agir va tê rijand me digot “bîsmîlla” an ava germ çaxê dihat rijandin me dîsa digot bîsmilla. Ev bismillah ku dihat gotin di esasê xwe da wî redkirine, tiştê ku nebaşiyê hêma dikir –wek li ser agir av rijandin- dagirkirina eraban li ser çanda me tesîrek xurt destnîşan dike. Lê me dev ji dab û nêrîtên/orf û edetên xwe bernedaye û ev nimûneyek balkêş e. Ka em ji helbesta “Eger/ger”ê çend risteyan bixweynin;
“li Şingalê parastina li ser pîrozbûna kevirê teberekê/serdanê da mekana mara reş tê secdekirin/belê, ne tenê ê dinyayê nepeniya kaînatê jî diparêze”, “û Deriyê Sîm da bi hêdika diherike dilan/li Êzîdxanê şahidiya hevdîtina Leyla û Mecnûn dike/hesreta wê hersa Edûlê yê bi xwe va pêçandine”.
Di helbestên wê da sembolên xas henin ji malê wergirtiye û di cîda bikaraniye. Ev nêzikatî û tevgirtina helbestkar ji me re dibê çê? Ev îmge û sembolên welat di hiş da hêlîna welatperwerî ava kiriye, li ser koka xwe zîldayînê esas girtiye-digre. Helbestkar çavê xwe bi dervayê welat nezivirandiye, hewcadariyek ji derva nîn e. Têra xwe meseleyên welat henin, çanda ku li ser mezin bûye û gavên ku avêtiye bîrûbaweriya wê dide îspatkirin.
Pirsgirêkên welatên xwe bi hesreta dinyayek çawa dixwaze û hêma dike bi sergirtî vegotiye. Bi rihê jinên helbestkar û berxweder wiya daye pêşiya me û jinbûnê bi hemû wêrekiya xwe honandiye. Jinbûn di warê Rojhilata Navîn da bersiva wê çiye baş zane. Di tax û kolanan da bersiva jinbûnê çiye baş zane. Di mal û dibistanan da bersiva wî çiye baş zane. Zihniyeta serdestan û ê civaka xwe baş zane. Civakek di bin bandora mêran da hatiye avakirin bi destên Akarsel û hevalên wê yên jin çiqas hatibe guhertin jî di esasê xwe da em hê jî di seriyê rê dane. Bo vî di helbestên xwe da her tim hêvî û evînê daye pêş. Dibê rê dirêj û dijwar e, hêviyê ji tûrika xwe kêm neke! Me li jor di destpêke da cîh dabû risteyên helbestkar û digo; “Hesirên ku ji dilê min diniqûte bi vê tê nivîsandin”. Hêsir ji dilê wê diniqûte ji çav nayê xwarê. Hêrsa xwe ya li dijî mêtîngeran tûj kiriye lê hêsiran di çavên xwe da nerijandiye. Çimkî hesir çaxê ji ser hinarokan diherike tûjbûna wî jî bi pê ra dikeve ser axê. Hesiran nerijandiye lê nivîsandiye û çiqas meriv li ser risteyên wê hûr dibe meriv dibîne hêrsa xwe bi hişek jîr kontrol kiriye. Bi ber bayê sivik û kin neketiye. Akarsel yek ji rûmeta gelê xwe ye. Ji bo wê di şexsê Nagihan Akarselê da têkoşîna jinên kurd bi serbilindî; em ê li ser serê xwe bigerînin û em ê nedîn jibîr kirin. Cihê te xweş û fireh be… Bi rêzdarî.
Binêre:
[1] https://www.nupel.tv/firat-aydinkaya-diroka-beziman-li-ser-mirnameya-hekariyan-cend-not-237526.html